Li 5 bajarên Rojhilata Anadoluyê rêyên 147 cî û waran girtî ne
Erzurum
Li Erzirom, Qers, Agirî, Tuncelî û Erzincanê berf û bagerê rêya 147 cî û waran girt.
Li Erziromê piştî ketina berfê çend roj berê rêya gelek taxan hatibûn girtin û ev çend roj in rê tên vekirin.
Di çarçoveya xebata ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin da ji bo vekirina rêya 45 taxên ku berfê girtin, xebat dewam dikin.
- Qers
Li Qersê ji ber berf û bagerê rêyên 18 gundan girtî ne.
Li navendê rêya 4 gundan, ji navçeyan li Arpaçayê rêya gundekî, li Akyakayê rêya 2 gundan, li Dîgorê rêya 3 gundan, li Qaqizmanê rêya 7 gundan û li Sariqamîşê rêya gundekî girtî ye.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan di bagerê da dixebitin.
- Agirî
Li Agiriyê ji bo vekirina rêyên gundan xebat dewam dikin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr di kordîneyan Walîtiyê da duh di rêyên 110 gundan da xebat kirin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê ji bo vekirina rêya 6 gundên ku berf û bagerê girt, xebat dewam dikin.
- Erzincan
Li Erzincanê berfê rêya 56 gundan girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan, dixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
