Li 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê rêyên 1225 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin
Erzurum
Li Erzirom, Erzincan, Erdexan û Qersê ji ber rewşa hewayê ya nebaş rêyên 1225 tax û gundan hat girtin.
Li Erziromê ji ber berf û bagerê rêyên 690 tax û gundan hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, li Erzincanê rêyên 419 gundan, li Qersê rêyên 102 gundan û li Erdexanê jî rêyên 14 gundan ji hatin û çûyînê ra girtî ne.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêyên gundan ên ku berfê girtine bên vekirin dixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
