Jiyan

Li 4 bajarên rojhilatê Anadoluyê rêya 425 tax û gundan girtî ne

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber hewaya bi berf û pûk rêya 425 tax û gundên ser Erzirom, Agirî, Erzincan û Tuncelîyê ji çûn û hatinê ra girtî ne.

Abdullah Tel  | 11.02.2020 - Rojanekırın : 12.02.2020
Li 4 bajarên rojhilatê Anadoluyê rêya 425 tax û gundan girtî ne

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber hewaya bi berf û pûk rêya 425 tax û gundên ser Erzirom, Agirî, Erzincan û Tuncelîyê ji çûn û hatinê ra girtî ne.

Li Erziromê ekîbên rêvekirinê yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêya 218 tax û gundên rêya wan bi berfê hatibû girtin vekin dest bi xebatê kirin.

Ji ber hewaya sar û pûkê ekîbên berfa ser rê vedikirin û xwê bi rê wer dikirin zehmetî kişandin.

- Agirî

Li Agiriyê ji ber rewşa hewayê rêya 116 gundan girtî ne û ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêyên ku li deverên bilind stûriya berfê digihîje mêtroyekî paqij bikin, hewl didin.

- Erzincan

Ji ber berf û pûkê li bajarê Erzincanê jî rêya 32 gundan ji çûn û hatinê ra girtî ne û Îdareya Taybet a Bajêr di daxuyaniya xwe da ragihand ku li navçeya Otlukbeliyê rêya gundekî, li Çayirliyê rêya 5, li Kemaliyeyê rêya 5, li Refahiyeyê rêya 7, li Tercanê rêya 10 û li Uzumluyê jî 4 bi tevahî rêya 32 gundên bajêr ji çûn û hatinê ra girtî ne.

- Tuncelî

Li Tunceliyê jî ji ber berfê rêya 59 gundan ji çûn û hatinê ra girtî ne û 5 ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan hewl didin lê ji ber hewaya sar û pûkê zehmetî dikişînin.

- Îdir

Li bajarê Îdirê jî rêya 60 gundî ji hêla ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr va ji çûn û hatinê ra hatin vekirin û ji bo rê neyên girtîn jî hewl didin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.