Jiyan

Li 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê barana gur tê payîn

Selami Küçükoğlu  | 02.05.2021 - Rojanekırın : 03.05.2021
Li 4 bajarên Rojhilatê Anadoluyê barana gur tê payîn

Erzurum

Îro ji danê nîvro pê va li Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê tavî û teyrok tê payîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û bi demê ra ewrayî be.

Ji danê nîvro pê va li Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê bêhn bênh tavî û teyrok wê çêbibe û barana gur bibare.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê 2 û 4 pileyan zêde bibe.

Li herêmê bişev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê di binê sifirê da pileyek, li Erziromê 2, li Qersê 4, li Agirî û Erzincanê 8, li Îdirê 13 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Erzincanê 25, li Îdirê 23, li Agirî û Erziromê 20, li Erdexanê 19 pile tê payîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın