Li Îzmîrê dema ku 2 hevalan bi hev ra krîza dil derbas kirin di kamêraya çavdêriyê da reng veda

Izmir
Li Îzmîrê li wîstgeheke taksiyê dema ku 2 hevalan di heman demê da krîza dil derbas kirin di kamêraya çavdêriyê da reng veda.
Li Karşiyakaya navçeya Îzmîrê xebatkarê wîstgeha taksiyê krîza dil derbas kir di wê demê da ajokarekî taksiyê ku hewl dide alîkariya wî bike, dilê wî jî disekine.
Berpirsê wistgeheke taksiyê Zekî Aldemîrê 75 salî, 22yê hezîranê li ber deriyê wîstgehê ji xwe diçe, dikeve erdê.
Ajokarê taksiyê Ercan Kiremitçiler (58) çû bi hawara hevkarê xwe lê ew jî ji xwe çû û ket erdê.
Aldemîr û Kiremitçiler bi ambûlansên rakirin nexweşxaneyê.
Hat tesbîtkirin ku herduyan krîza dil derbas kiriye.
Bûyer ji aliyê kamêraya çavdêriyê ya wîstgehê va hat tomarkirin.