Li Îdira li Tirkiyeyê hewaya herî qirêj ya wê ye, ji bo zêdekirina asta oksîjenê dar tên çikandin
Iğdır
Li Îdira li Tirkiyeyê hewaya herî qirêj ya wê ye, ji bo zêdekirina asta oksîjenê kampanyaya çikandina daran hat destpêkirin.
Li gorî Endeksa Kalîteya Hewayê ya Cîhanê, Îdira ku di 1ê Kanûna Pêşîn da li Tirkiyeyê bajarê herî qirêj ê hewayê ye, bi taybetî di mehên zivistanê da, ji ber qirêjiya hewayê ya zêde, rastî pirsgirêkên tenduristiyê tê.
Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Walîtiya Îdirê ji bo pêşîgirtina li qirêjiya hewayê gelek projeyan dimeşînin û Zanîngeha Îdirê jî hewldanên çikandina daran da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da, li qada 3 hezar donimî ya Kampusa Suverenê, 750 donim erd tê teraskirin û 30 hezar şitl û 20 hezar tov têne çikandin.
Bi van hewldanan armanc ew e hem qirêjiya hewayê bê kêmkirin û hem jî pêşî li erozyona axê bê girtin. Di salên pêş da, armanc ew e ku bi rêya çikandina daran li vê herêmê, rûbera daristanên bajêr zêde bibe û kalîteya hewayê baştir bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
