Jiyan

Li Îdirê kandêlkirina zebeşan dest pê kir

Walî Ercan Turan: "Dema mirov bi par ra muqayese dike di navbera me û Edeneyê da 1 hefte fer heye û ev avantajeke cidî ye"

Hüseyin Yıldız  | 20.06.2025 - Rojanekırın : 21.06.2025
Li Îdirê kandêlkirina zebeşan dest pê kir

Iğdır

 Li gundê Obayê kandêlkirina zebeşên li Îdirê hatine çandin dest pê kir.

Li Îdira ku ji ber şertên wê yên erdnîgariyê û avûhewaya wê lê gelek fêkî û zebze tên çandin di nav berhemên tên hilberîn da zebeş di rêza ewil da ye.

Zebeşê Îdirê ku bi tahma xwe ya resen tê zanîn li qadeke 955 hezar qeremêtroyî hatiye çandin.

Kandêlkirina zebeşên li bajêr hatine çandin bi beşdariya Walî Ercan Turan, Serdozgerê Komarê Merîç Dede, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Albay Nîhat Ozkok, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Niyazî Turgay, Midûrê Daristanê û Çandiniyê yê Bajêr Ahmet Tîngîş dest pê kir.

Kandêlkirina zebeşan li zeviyê Alîcan Akçanê li gundê Obayê dest pê kir û zebeş hatin berhevkirin.

Walî Turan wir axivî û girîngiya hilberîna zebeşan destnîşan kir û wiha axivî:

"Dema mirov bi par ra muqayese dike di navbera me û Edeneyê da 1 hefte fer heye û ev avantajeke cidî ye. Em li vir hem toximên xwemalî derdixînin pêş hem jî pêşaniyê didin berhemên ku ji hêla welatiyên me va tên qebûlkirin. Ez hêvî dikim ku kandêlkirina me bibe wesîleya xêrê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın