Li Îdirê bi teşwîq û piştgiriyan hilberîna gilgilê zêde dibe

Iğdır
Li Îdirê bi teşwîqên dewletê qadên ku gilgil lê tê danîn û hilberîna wan zêde bû.
Li ser axa bibereket a bajêr digel fêkî, zerzewade, dexl û dehn, gilgil jî çêdibe.
Li Îdirê qada danîna gilgil bi projeyên teşwîq û piştgiriyê yên Wezareta Çandinî û Daristanê îsal ji 16 hezar dekarî derket 32 hezar dekarî.
Par dora 20 hezar tonî gilgil hatibû, îsal tê payîn ku ji 42 hezar tonî derbas bike.
Cotkarên ku li serê zeviyan gilgil didrûn, ji bo xêr û bereketê kêfxweş in.
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Ozkan Yolcu ji nûçegihanê AAyê ra got ku li bajêr dirûn û berhevkirina berên çandiniyê dewam dike.
Yolcu diyar kir ku van rojana dirûna gilgil dest pê kiriye û wiha dewam kir, "Em sezoneke bi xêr û bereket derbas dikin. Înşellah her sal wiha derbas bibe."
Yolcu destnîşan kir, li bajêr li 32 hezar dekarî gilgil hatiye danîn û wiha dewam kir, "Em li bendê ne ku dora 42 hezar tonî gilgil were."