Jiyan

Li Îdirê barê hilberîna zerzewad û fêkiyan li ser milê jinên karkerên çandiniyê ye

Li bajarê ku bi saya serê erdnîgarî û şertên avûhewaya wê, lê gelek cure zerzewad û fêkî hêşîn dibin, jinên karkerên çandiniyê bi tîrêjên ewil ên rojê ra dest bi xebata li serê zeviyan dikin û di bin germahiya digihêje 35 pileyî bi saetan dixebitin

Bülent Mavzer  | 21.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Li Îdirê barê hilberîna zerzewad û fêkiyan li ser milê jinên karkerên çandiniyê ye Bülent Mavzer

Iğdır

 Li Îdira ku ji navendên giring ên çandiniya Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, barê hilberîna zerzewad û fêkiyan li ser milê jinên karkerên çandiniyê ye.

Li bajarê ku bi saya serê erdnîgarî û şertên avûhewaya wê, lê gelek cure zerzewad û fêkî hêşîn dibin, çandinî qelemeke sereke ya dahata welatiyan e.

Li bajarê ku dema kandêlkirin û berhevkirina zerzewad û fêkiyan dest pê kiriye, barê giran ê hilberînê jî li ser milê jinan e.

Jinên karkerên çandiniyê bi tîrêjên ewil ên rojê ra dest bi xebata li serê zeviyan dikin û di bin germahiya digihêje 35 pileyî bi saetan dixebitin.

Karkerên çandiniyê yên ku piraniya wan jin in, di domandina hilberîna çandiniyê da roleke krîtîk dilîzin. Jinên ku di germa havînê da di nav zeviyan da bi saetan xwarkirî dixebitin, dema diwestin, navberên kurt didin û di bin siya daran da bêhna xwe vedidin.

Karkerên ku ber bi nîvro karê xwe diqedînin, rojane 600 lire yewmiye distînin û bi vê va jî hewl didin debara xwe bikin.

Melek Arasa karkera jin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew ji serê biharê heya payîzê dixebitin.

Esmer Erayê jî bal kişand ku ew ji bo domdariya hilberîna çandiniyê dixebitin û her wiha di heman demê da jî ew pereyê debara xwe qezenc dikin.

Erayê diyar kir ku xebata di bin tîrêjên tavê da her çiqasî dijwar be jî ew vî karî bi hezkirin dikin.

Cotkar Alican Açkanê ku li Îdirê qedera 400 donimî zerzewad daniye jî diyar kir ku wî berên wekî îsot, firingî, qawûn, zebeş, xiyar û fasûlye ajotine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın