Jiyan

Leglegên "mizgîniya biharê" vegeriyan hêlînên xwe yên derdora Bendava Karakayayê

Muhammed Batu Ak  | 10.03.2026 - Rojanekırın : 10.03.2026
Leglegên "mizgîniya biharê" vegeriyan hêlînên xwe yên derdora Bendava Karakayayê

Malatya

Bendava Karakayayê ku li Tirkiyeyê ji bendavên herî mezin yek e, dest bi mazûvaniya leglegan kir ku wekî "mizgîniya biharê" tên pênasekirin.

Leglegên ku zivistanê koçî herêmên germ dikin, bi germbûna hewayê ra vedigerin hêlînên xwe yên li taxên bajêr.

Legleg ji herêmên ku koç kiribûnê vegeriyan bajêr û li hêlînên xwe yên ser dîregan bi cih bûn.

Legleg vegeriyan hêlînên xwe yên li taxên derdora Bendava Karakayayê yên Toygar, Boran, Kadiçayiri, Adagoren û Agilyaziyê û li derdora bendavê li xwarinê digerin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.