Jiyan

Leglegên mizginiya biharê vedigerin hêlînên xwe yên li gundên Tunceliyê

Sidar Can Eren  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 18.03.2026
Leglegên mizginiya biharê vedigerin hêlînên xwe yên li gundên Tunceliyê Sidar Can Eren

Tunceli

Li Mazgîrta navçeya Tunceliyê leglegên ku her bihar çavdêriya wan tê kirin, vegeriyan hêlînên xwe yên li ser dîregan û xaniyên gundan.

Li bajêr piştî zivistana ku dijwar derbas bû, li hin herêman germa hewayê zêde bû.

Li Mazgîrtê jî bi helîna berfê ra erazî bi kulîlkan rengîn bûn û leglegên mizginiya biharê vegeriyan li hêlînên xwe.

Bi taybetî leglegên ku gundên li qeraxê Gola Bendavê ya Uzunçayîrê ji xwe ra kirine war, li ser banên xaniyan û ser serê dîregan ji xwe ra hêlîn çêkirine û tê da dijîn.

Leglegan hêlînên xwe yên ku ji ber ketina berfê xera bûne, temîr kirin.

Legleg rojê çend saetan li qadên avî yên ser zeviyan ji xwe li xwarinê digerin.

Legleg wê heya payîza derengî li gundan bimînin û bi hatina zivistanê ra wê cardin koçî herêmên germ bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın