Leglegên ku li Mûşê dimînin, cucikên xwe bi xwarina ku ji qadên avî tînin, xwedî dikin

Muş
Leglegên ku bi germbûna hewayê ra hatin Mûşê, cucikên xwe yên ku ji hêkê derketin, bi xwarina ku ji qadên avî tînin, xwedî dikin.
Leglegên ku dawiya meha adarê koçî Mûşê kirin, li gundên ser bi Korkut û Haskoyê, hêlînên xwe li ser sitûnên elektrîkê û paceyên serbanan çêkirin.
Legleg bi xwarina ku ji qadên avî tînin, cucikên xwe xwedî dikin.
Alîcan Arslanê muxtarê gundê Muratgorena ku qonaxeke leglegan e, ji endamên çapemeniyê ra anî ziman ku legleg di hêlînên xwe yên ku li ser sitûnên elektrîkê û paceyên serbanan da cucikên xwe xwedî dikin.
Arslan destnîşan kir ku legleg cucikên xwe mezin dikin, firê dixin û wan amadeyî koçê dikin û got, "Cucikên leglegan ji hêkên xwe derketin, gihîştine dema bifirêketinê. Dema ku hewa ber bi sermayê va biçe ewê koçî deverên germ bikin. Em ji leglegan hez dikin û em hişyariyê didin welatiyan ku zirarê nedin wan. Legleg bûne sembola gundê me, divê em li wan miqate bin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.