Jiyan

Leglegên mizgîniya biharê di nîvê zivistanê da hatin Agiriyê

Abdullah Söylemez  | 04.02.2026 - Rojanekırın : 10.02.2026
Leglegên mizgîniya biharê di nîvê zivistanê da hatin Agiriyê Abdullah Söylemez

Ağrı

 Leglegên ku wekî mizgîniya biharê tên zanîn, îsal beriya demsalê hatin Agiriyê.

Li bajêr sir û seqem dewam dike. Di rojên dawî da bi baranê ra legleg hatin dîtin.

Refa ku ji 8 leglegan pêk tê, li ser kolana Wanê ya berê li baniyê avahiyeke bilind danîn. Legleg bi dronê hatin kişandin.

Ji şêniyên herêmê Îhsan Adiguzel ji nûçegihanê AAyê ra got ku di nivê zivistanê da dîtina leglegan merivan şaş û metel dihêle.

Adiguzel diyar kir ku leglegan bajêr rengîn kir û wiha dewam kir, "Baran dibare, legleg tên bajar. Me fehm nekir bê ka legleg di nîvê zivistanê da çima hatin. Nizanim di rêya koçê da rêya xwe şaş kirin yan jî tiştekî din qewimî. Min 8 legleg jimirîn. Wekî ref firîn û li baniyê avahiyê danîn. Normalde di nîsan û gulanê da tên."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın