Göksel Cüneyt İğde
30 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 04 Sibat 2023
Li Sêwasê 15 çiyager hilkişiyan ser Latê Emirhanê yê 25-30 milyon sal berî niha çêbûye.
Li Sêwasê komek çiyager beşdarî çalakiya li Latê Emirhanê yê raqim 780 yê ku li nêzîkî gundê Emirhanê ye û qadeke sereke ya parastî ya Jeoparqa Kizilirmaka Jor e, bûn.
Bi organîzasyona Kuluba Werzişên Xwezayê ya Sêwasê (SADAK) meş hat lidarxistin û 15 çiyageran beşdarî kir û her wiha bi meşa bi qasî 3 saetan va derketin serê latê di bin berfê da.
Alîkarê Serokê SADAKê Zekî Soylemez ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, Latê Emirhanê ji bo kesên dixwazin ji stresa bajêr dûr bikevin, ciyekî guncav e û wiha dewam kir:
"Çiyagerên me yên lat ziyaret kir, bi meşê derketin serê latê û dîmena newaze ya zivistanê dîtin. Di çarçoveya çalakiyê da em bi tevahî 14 kîlometreyî meşiyan. Ev derê ciyekî pir xweş e û divê meriv bibîne."