Jiyan

Lîstikvanên Afrîkî yên Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarîgucuyê hînî berf û seqemê bûne

Sayim Harmancı  | 17.01.2026 - Rojanekırın : 17.01.2026
Lîstikvanên Afrîkî yên Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarîgucuyê hînî berf û seqemê bûne Sayim Harmancı

Hakkari

 8 lîstikvanên Afrîkî yên ji tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarîgucuyê ku yek ji taxima Lîga Superê ya Futbolê ya Jinan a Turkcellê hînî serma û seqema bajêr bûne û ji bo serkeftina taxima xwe têdikoşin.

Hakkarîgucuya ku di destpêka sezonê da piraniya tîma xwe parast û 5 lîstikvan lê zêde kir, ku 3 ji wan biyanî ne, niha bi 18 puanan di lîgê da di rêza heştemîn da ye.

Du lîstîkvanên Ganayî, Elizabeth Oppong a lîstikvana qada navendî û Elizabeth Owusuaa ya li qada êrîşê, ji Kenyayê Vivian Nasaka Makokohaya a stoper, ji Burkîna Fasoyê Rasmata Sawadogo ya lîstîkvana navendî, ji Zambiyayê Lushomu Mweemba lîstîkvana baskê rastê û Martha Tembo li baskê çepê, ji Kamerunê Kevine Ossol a li navendê û ji Nîjeryayê Blessing Augustine Nkor a forvet, hemî endamên vê tîmê ne û xwe li gorî şert û mercên hewaya sar a bajêr guncandine.

Piştî berfa zêde ya vê dawiyê, li hin deveran sitûriya berfê li bajêr gihîştiye 2 metroyan. Tevî pileya kêm jî, futbolîstên jin ên Afrîkî yên ku xwe li şert û mercên dijwar adapte kirine, ji bo serkeftina tîma Hakkarîgucuyê dilîzin.

Ji ber barîna berfê ya zêde, futbolîstên jin ên ku kum dane serê xwe û lepik kişandine destê xwe, bi hev ra perwerde dibin, carinan bi lîstina lîstikan ji berfê kêfê digirin.

Alîkarê rahêner Nazîf Artan ji nûçegihanê AAyê ra got, "Em niha bi şert û mercên zivistanê yên dijwar ra têdikoşin. Ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, bajarê me li herêmeke wisa ye ku her tim berf dibare. Qada me carinan girtî ye. Em dixwazin spasiya Waliyê xwe, Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û Rêveberiya Ciwan û Werzişê ya Parêzgehê bikin ji bo hewldanên wan ên ji bo paqijkirina qadê. Ew jî gelek hewl didin. Ji ber ku me çavkanî tunebûn, em nekarîn biçin kampeke perwerdeyê. Em li vir perwerdehiya xwe didomînin."

- "Berî hatina xwe ya vir, min qet berf nedîtibû"

Blessing Augustine Nkor, lîstikvana qada êrîşê ya Nîjeryayî yê, kêfxweşiya xwe ya li bajêr û lîstina futbolê li Hekariyê anî ziman û got, "Mala ku ez lê dimînim û cihê wê pir xweş e. Xelk pir dilovan e. Ez bi rastî ji taybetmendiyên kevneşopî yên vê derê hez dikim. Tenê pirsgirêkek heye, hewa pir sar e. Rewşa hewayê li welatê me normaltir e, lê em profesyonel in. Ev karê me ye. Divê ez xwe li gorî her cihê ku biçim biguncînim. 2-3 hefte berê gelek berf barî. Carinan min xwe xirab hîs dikir, lê niha ez baş im."

Vivian Nasaka Makokoha ya futbolîsta Kenyayî got, "Heke hûn futbolîstek profesyonel bin, divê hûn xwe li gorî avhewaya her welatê ku hûn biçin biguherînin. Li vir sar e, lê min xwe li gorî wê adapte kiriye. Niha pirsgirêk tuneye. Xelkê vir pir dilovan û dostane ye. Li her dera ku em diçin, ew bi me ra pir baş tevdigerin. Ez ji vê yekê pir kêfxweş im. Berî ku ez werim vir, min qet berf nedîtibû. Ev cara yekem e ku ez ewqas berf dibînim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.