Jiyan

"Lîmoneteya Cizîrê" ya ku bi îşareta coxrafî hat tescîlkirin hat nasandin

Abidin Yel  | 17.06.2025 - Rojanekırın : 18.06.2025
"Lîmoneteya Cizîrê" ya ku bi îşareta coxrafî hat tescîlkirin hat nasandin

Şırnak

 Li Şirnexê "Cizre Leymînete/Lîmoneteya Cizîrê" ya ku ji hêla Saziya Marqe û Patentê ya Tirk (TURKPATENT) va bi îşareta coxrafî hat tescîlkirin hat nasandin.

Di bernameya ku ji hêla Qaymeqamtiya Cizîrê va li Kolana Hunerê hat lidarxistin da lîmonete dan welatiyan.

Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Vezîr Baycar di bernameyê da axivî û got ku tescîlkirina lîmoneteya Cizîrê serbilindiyeke mezin e û jimara berhemên îşareta coxrafî hildane nîşaneyeke girîng a çanda qedîm a deverekê ye û wiha axivî:

"Cizîr di vê mijarê da xwedî potansiyeleke nûwaze ye. Lîmoneteya Cizîrê bi taybetî mehên havînê mirov hênik dike. Em kêfxweş in ku vê vexwarinê îşareta coxrafî hilda. Ez hêvî dikin ku vexwarin bi tescîlê ra nirxeke bazirganî ya herêmî hilde, bê nasandin û lê xwedî bê derketin. Bi saya vê yekê ev lîmonete li qada neteweyî bibe berhemeke ticarî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.