Kurtanvaniya pîşeyê kalê xwe 50 sal e didomîne
Mehmet Ulucanê ku li Adiyemanê dijî, kurtanvaniya pîşeyê bav û kalê xwe zêdetirî 50 salî ye didomîne.
Adıyaman
Mehmet Ulucanê 70 salî yê li Adiyemanê dijî, kurtanvaniya pîşeyê bav û kalê xwe zêdetirî 50 salî ye didomîne.
Ulucanê ku ji nûnerên dawîn ên kurtanvaniyê ye ku li bajêr demekê pîşeyê gelek kesî bû, pîşeyê xwe yê ku di salên piçûktiyê da dest pê kiriye, li heman dikanê didomîne.
Ulucanê ku ji bo heywanên di siwarbûn û barbirinê da tên bikaranîn, alavên wekî kurtan, palan û xurcan bi keda destê xwe çêdike, li dikana xwe ya ku her roj sibê zû vedike, pîşeya bav û kalan didomîne.
Ulucanê kurtanvan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wî di zaroktiyê da dest bi pîşeyê kir.
Ulucan bal kişand ku pîşeyê wî li hemberî teknolojiyê miriye û wiha dewam kir:
"Em vî karî wekî nifşa sêyem dimeşînin. Pîşeyê bav û kalê me ye. Em debara xwe ji vî karî dikin. Karê me bi gundiyan ra ye. Ku gundî were şixulê me derdikeve, ku neyê dernakeve. Zemanê berê ev kar, dest û lingê gundiyan bû. Bi vê diçûn, dihatin, barê xwe pê dibirin, debara xwe bi vê dikirin lê niha teknolojî pêş ketiye û makîne derketine. Hal ew e ku pêdiviya bi şixulê me jî kêm bûye."
Ulucan diyar kir ku niha bêtir şivan, palanan tercih dikin û wiha dewam kir, "Lê dîsa jî bi temamî neqeliyaye. Bo nimûne, gundiyên bêtraktor û ekîpman hê jî tên. Şivanê ku li çil û çiyayan li pey pez e, xurcê xwe diavêje serê guhdirêjê, xwarin û vexwarina xwe dixe hundirê wê hene. Em jî heya ji me tê em hewl didin vî karî bidomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
