Jiyan

Kunciyê li bintara Çiyayê Cûdî û Gabarê tê berhevkirin di aşê dîrokî da dibe tehîn

Faruk Küçük, Halil İbrahim Sincar  | 20.11.2021 - Rojanekırın : 21.11.2021
Kunciyê li bintara Çiyayê Cûdî û Gabarê tê berhevkirin di aşê dîrokî da dibe tehîn

Şırnak

 Kunciyê li quntara Çiyayê Cûdî û Gabarê yê li Şirnexê tê berhevkirin piştî kedeke mezin di aşê avê yê 152 salî da tê hêrandin û dibe tehîn.

Li bajaroka Kumçatiyê ya 10 kîlomêtro dûrî bajêr e kunciyê li ser qadeke hezar donimî hatiye reşandin, êdî hat berhevkirin.

Salê qasî 50 ton rekolte kuncî tê bidestxistin û di aşê avê yê dîrokî ku bi piştgiriya Wezareta Turîzmê hat nûkirin da tê hêrandin.

Ji gunciyan rojê 400 ton tehîn tê bidestxistin û ew li çar aliyê Tirkiyeyê ra tê şandin.

Ji tonek kuncî qasî 800 kîlo tehîn tê bidestxistin ku ew zivistanê zêdetir tê xwarin.

Bi hevkariya Walîtiya Şirnexê û Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) xebat tên kirin ku zeviyên kunciyan bên zêdekirin, ew bibe marqe û bê nasîn.

- "Bi bereketa axê zêde dibe"

Walî Alî Hamza Pehlîvanê li aşê avê bala xwe da çêkirina tehîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand aşê avê bi piştgiriya Wezareta Turîzmê hat nûkirin û tescîlkirin ku kunciyên tên berhevkirin piştî qelandinê li vir tên hêrandin.

Pehlîvan wiha axivî: "Ew tê ser sifreyên me. Ji axê tê aş û bi bereketa axê zêde dibe. Ev hêvî dikim bereketa wê zêde be. Ji ber keda wan spasiya cotkarên me dikim. Em ê bi hev ra bi van berheman xwedî derkevin."

- Hewl tê dayîn ku çandiniya kunciyan zêde bibe û ew bibe marqe

Ahmet Alanliyê Sekreterê Giştî yê DÎKAyê bal kişand ser taybetiyên kunciyê li herêma di navbera Çiyayê Gabar û Çiyayê Cûdiyê da hêşin dibe.

Alanli destnîşan kir ku kuncî li Tirkiyeyê kêm tê ajotin, ji sedî 80yê kuncî tê îtxalkirin ji bo vê girîngiyê didin kuncî.

Alanli wiha pê da çû:

"Hem ji bo cotkarên me dibe dahat hem jî kêmasiya carî ya welatê me kêm dike ji bo vê em girîngiyê didin kuncî. Li vê herêmê cotkarî gelekî girîng e. Dexl û denê alternatîf ji bo dahata cotkarên me girîng e. Wekî DÎKAyê em dixwazin qada kuncî tê ajotin zêde bikin."

- "Karekî zor e"

Mehmet Demîrê cotkar jî got li vê derê bi rê û rêgezên ji kal û bavan mane va cotkariyê didomînin.

Demîr diyar kir ku kunciyê herêmê gelekî bi qelîte ye û ber û berek jî zêde ye.

Demîr wiha axivî: "Em kunciyan bi dasê diçinin û dixin deste. 3 rojan li ber tavê hişk dibe. Kunciyên di nav 3-4 rojan da libolibo dirijin, kom dikin û 8 saetan di nav avê da dihêlin. Piştî ku sipî dibe jî dîsa li ber tavê hişk dikin. Karekî zor e."

Muzhap Demîrê aşê avê dixebitîne jî got piştî çinînê kunciyan tînin aş û li ser kevir diqelînin û wiha pê da çû:

Aş ji kalikê min ma. Ji sala 1869an vir da dixebite. Ji tonek kunciyan 800 kîlo tehîn derdikeve. Heke arize dernekeve em 24 saetan dixebitin. Tehma wê gelekî zêde ye. Em dişînin 81 bajarî. Tebiî ye û di nav da tiştekê din tune. Em dixwazin ku bira her kes li tehma wê mêze bike. Kesên tehînê me nexwe poşman dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın