Jiyan

Kulîlkên rengîn bi destê jinan tên danîn

Jinên li Hatayê di çarçoveya projeya hat amadekirin da kulîlkan datînin wan difroşin û ji ber ku dahatê bi dest dixin jî kêfxweş in

Haydar Şahin  | 18.07.2019 - Rojanekırın : 23.07.2019
Kulîlkên rengîn bi destê jinan tên danîn

Hatay

Jinên li Hatayê di çarçoveya projeya hat amadekirin da kulîlkan datînin wan difroşin û ji ber ku dahatê bi dest dixin jî kêfxweş in.

Qaymeqamtiya Antakyayê û Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Navçeyê di çarçoveya "Projeya Bikene da ku Kulîlk Vekin" da perwerdeya danîn û xwedîkirina kulîlkan dan 20 jinî û ji nika li baxçeyên xwe kulîlkên wekî gul, mixik, frezya, krizantem, gypsophila, şebboy, glayol û lilyumê datînin.

Jin kulîlkên xwe yên ku diqetînin bi piştgiriya Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Navçeyê difroşin saziyan û pê debara mala xwe dikin.

Fatma Çobana qursiyer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Navçeyê li taxê proje bi jinan dan nasîn li ser vê biryar da û beşdarî perwerdeyê bû.

Çobanê destnîşan kir ku bi perwerdeya li qursê hilda va hînî danîn û xwedîkirina kûlîlkan bû, nika li baxçeyê xwe kulîlka frezyayê daniye û difroşe.

- "Ji min ra bû meşxale"

Çobanê got ji ber ku tevkariyê dide debara mala xwe gelekî kêfxweş e û wiha pê da çû: ""Gelek jinên ku dibînin ez kulîlkan datînim dibêjin ku ew jî dixwazin vî karî bikin. Li taxê cara ewil min dest bi vî karî kir. Ji kesên keda wan tevlî projeyê bûn ra sipas dikim. Ez jina malê me. Zarok û neviyên xwe xweyî dikim. 4-5 bizinên min hebûn bi wan ra eleqedar dibûm. Nika bi saya projeyê hem tevkariyê didim debara mala xwe û jî ji min ra bû meşxale. Ez demên xwe yên vala dinirxînim û hem jî pere qezenc dikim. Kesên ku kûlîlkên min dibînin hema wêneyan dikişînin, dixwazin ku ew jî vî karî bikin."

Zeynep Bebeka bi cotkariyê ra eleqedar dibe jî got ji bo ku piştgiriyê bide xezûrê xwe tevlî projeyê bû.

Bebekê destnîşan ku li ser 500 qeremêtre erdî sera ava kir û tê da gul danîne û wiha axivî: "Ez di serayê wextê xwe baş derbas dikim. Dema gulan bîhn dikim gelekî kêfxweş dibim. Ez gulan difroşim û tevkariyê didim malbata xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın