Jiyan

Kuliyeya Semûncî Baba bi rengên payizê venixumî

Ayhan İşcen  | 22.11.2025 - Rojanekırın : 22.11.2025
Kuliyeya Semûncî Baba bi rengên payizê venixumî Ayhan İşcen

Malatya

 Li Darendeya navçeya Meletiyê, kuliyeya ku gora Şêx Hemîdê Welî yê ku weke Semûncî Baba tê nasîn, jî tê da ye, bi rengên payizê venixumî.

Kuliyeya di nava Dola Tohmayê da bi avahiyên xwe yê dîrokî va bala fotografhezan dikişîne.

Kuliyeya Semûncî Baba ya ku her 4 demsalan bi hezaran kes tên serdanê, bi rengên payizê xemilî û dîmenekî bêhempa çêkir.

Ji bilî îbadetên li kuliyeyê, mêvan derfetê dibînin ku serdana Muzexaneya Navenda Danasîna Semûncî Baba û Pirtûkxaneya Şêx Hemîdê Welî jî bikin.

Sermehşoqên ên ku bi zinaran va hildipelikin û darên derdorê dîmenekî bedew û rengîn pêşkêşî mêvanan dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın