Jiyan

"Kowboyên Çiyayê Agiriyê" hespên serberedayî hîn dikin û bi wan bir û garanan kontrol dikin

Hüseyin Yıldız, Cüneyt Çelik  | 15.12.2025 - Rojanekırın : 15.12.2025
"Kowboyên Çiyayê Agiriyê" hespên serberedayî hîn dikin û bi wan bir û garanan kontrol dikin Cüneyt Çelik

Iğdır

Gavanên siwarî yên ku li rast û bestên li dewrûbera Çiyayê Agiriyê diçin ber dewaran, hespên serberedayî yên li çolê hîn dikin ku bi wan bir û garanên xwe kontrol bikin.

Li ser erdê Midûriyeta Giştî ya Kargehên Çandiniyê (TÎGEM) ku ji 187 hezar dekarî pêk tê, li nêzîkî Çiyayê Agiriyê ye û li hêla sînorê Ermenistan, Îran û Naxciwanê dimîne, bi hezaran serî pez û dewar diçêrin.

Ajalên ku li Kargeha TÎGEMa Kazim Karabekîr a li Îdirê tên xwedîkirin, ji sibehê heta êvarê li rast û bestên li pêşa çiyê diçêrin. Şivantî û gavantiya van bir û garanan jî ji hêla 14 peywirdarên siwarî yên kargehê tê kirin.

Hespên serberedayî yên ku li welatên cîran serberedayî dimînin û li Çiyayê Agiriyê dibin beyanî, li deverê tên girtin, kedîkirin û her wiha ji bo siwarbûna şivan û gavanan tên emilandin.

Hespên ku piştî pêvajoyeke bi zehmet tên kedîkirin û hînkirin, dibin alîkarê herî mezin ê şivan û gavanên ku li herêmê wekî "kowboy" tên binavkirin. Şivan û gavan bi xêra van hespan, nahêlin keriyên pez û garanên wan bir bibin û berê xwe bidin xeta sînor.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın