Li herêmên Rojhilat, Başûrê Rojhilat û Navîna Anadoluyê di mehên biharê de bi helîna berfê ve ribês hêşin dibin. Li hin herêman ji ribêsan re dibêjin "muzên zozanan".
Li herêmê bi helîna berfê ve ribês hêşin dibin. Ji ber ku feydeyên wê zehf in ev bi sedan sal in mirov dixwin. Tehma ribêsê tirş e.
Kîloya ribêsan niha bi 5 lîreyan tê firotin. Pelgên ribêsê zehf mezin in û ji ber vê jî axê ji hezazê diparêze.
Ji vir çend sal berê li her cihên herêmê ribês hêşin dibûn lê belê li hin cihan dibêjin ku ribês ji nexweşiyan re derman e û ji ber vê yekê jî kesên nezan diçin ribêsan bi kokê ve derdixin, ev jî dibe sedema kêmbûna ribêsan.
Hîndekarê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Alk. Doç. Fazli Ozturk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Tirkiye, Îran, Efganistan, Pakistan û Tirkmenistanê navê vê nebatê heman tişt e.
Ozturk destnîşan kir ku ribês li herêmên bilind hêşin dibe û wer dizanin ku bi destê kesên ku heywandariyê dikin ve anîne van deran. Ozturk got ku ribês berê li Wan, Erzirom, Hekarî û Agiriyê hêşin dibû lê belê ji ber hin kesên nezan û agahiyên xelet li gelek cihan êdî hêşin nabe.
Ozturk destnîşan kir ku nebatek heta ku bi destê mirovan ve neyê ajotin divê ji tebîetê neyê qedandin û wiha pê de çû:
"Di van demên dawiyê de hin agahiyê bêbingeh di nav gel de belav bûne, dibêjin ku ribês ji bo nexweşiya şekir, nexweşiyên gurçikan, ji gurçikan kevirxistinê re baş tê. Kesên nezan jî li gor van agahiyan diçin ribêsan bi kokê ve derdixin. Gava ku koka ribêsa tê derxistin careke din hêşin nabin. Ev jî dibe sedema ji holê rabûna ribêsan. Em dibêjin ku bila welatî ribêsan bi kokê ve dernexin. Bila nêriyê ribêsan ji bo xurekê biçinin destê xwe nedin koka wan. Jixwe gelek feydeyên ribêsê hene. Lê em li dijî derxistina koka wan in. Gava ku lêkolînên tibî li ser vê nebatê hatin kirin û feydeya wê hat îsbatkirin wê çaxê em ê ji aliyekî ve bajon û koka wan dê neqede."
Ozturk got ku bila welatî bi agahiyên nerast bawer nekin, hin nebat merivan dikin qansêr, kezevê xirab dikin û dibin sedema hin nexweşiyên din.