Muhammed Nuri Erdoğan
14 Hezîran 2026•Rojanekirin: 14 Hezîran 2026
Li ser hesabê AFADê ya NSosyalê nexşeyeke Tirkiyeyê ya ku li gorî agahiyên dawî yên ji Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hatiye hildan û bajarên ku bi koda "zer" hatine nîşankirin, hat parvekirin.
Li gorî vê nexşeyê, li Ordu, Trabzon, Rîze, Giresun û deverên derûdora Artvînê, li Nîgde, Qeyserî, Sêwas, Yozgat, Çorum, Amasya û deverên derûdora Tokatê û li Erzîncan, Erzirom, Qers, Erdexan, Gumuşhane û deverên derûdora Bayburtê barana gur û birûska herêmî tê payîn.
Li deverên derûdora Osmaniye û navçeyên başûrê rojavayê Kahramanmaraşê, li navçeyên rojhilatê Edeneyê û navçeyên bakurê Hatayê jî dîsa barana gur û birûska herêmî tê payîn.
Hişyarî li welatiyan hat dayîn ku ew li hemberî şert û mercên neyînî yên wekî lehiyê, birûskê, zîpikê, bayê bihêz û bahozê û astengiyên di hatin û çûyînê da bi tevdîr û hişyar bin.