Koçerên li herêmê eyda xwe li zozanan derbas dikin
Ji koçeran Hebîb Keşlî: "Em debara mala xwe bi xwedîkirina heywanan dikin. Em li çiya ne. Ji ber vê eyd jî be divê em bixebitin"
Bitlis
Koçerên li Bidlîsê Eyda Qurbanê li zozanan derbas dikin.
Her sal biharê ji Sêrtê gelek koçer tên zozanên Bidlîsê û konan vedidin. Koçeran li Zozana Duapê 7 kon vedan û qurbanên xwe li vir serjêkirin.
Ji koçeran Hebîb Keşlî daxuyanî da rojnamevanan û got ku ew biharê tên herêmê û qasî 4 mehan li zozanan dijîn.
Keşlî got ku ew bi xwedîkirina heywanan debara malbatên xwe dikin û wiha axivî:
"Em debara mala xwe bi xwedîkirina heywanan dikin. Me piştî nimêja xwe kir û qurbanên xwe serjêkirin. Me eyda hevdu pîroz kir. Piştî pîrozkirinê me carek din dest bi kar kir. Em li çiya ne. Ji ber vê eyd jî be divê em bixebitin."
Metîn Keşlî jî got ku ew mecburin bixebitin û wiha got: "Divê her roj em mihên xwe bidoşin. Em neşin karê xwe paşve biavêjin. Eyd be jî em mecbur dixebitin."