Jiyan

Koçerên ku sezona zozanan kuta kirin, di rêwîtiya dagêrê da ne

İbrahim Atmaca  | 19.11.2020 - Rojanekırın : 27.11.2020
Koçerên ku sezona zozanan kuta kirin, di rêwîtiya dagêrê da ne

Batman

 Koçerên Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî ku 6 mehên xwe li zozanan derbas kirin, bi sermayê ra dest bi rêwîtiya dagêrê kirin.

Koçerên ku havînan seba çêrandina heywanên xwe ji Şirnex, Diyarbekir, Batman, Şanliurfa û Sêrtê diçin zozanên Bîngol, Mûş, Erzirom û Hekariyê, bi sermayê ra dest bi rêwîtiya dagêrê kirin.

Koçer carinan rêya makînê ra, carinan jî ser çil û çiyan ra vedigerin warên xwe û di vê rêwîtiyê da tengasiyê dikşînin. Li gor dûrbûna zozanan koçer carinan bi mehan di rê da dimeşin.

Koçerên ku ji Mûşê diçin Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji Kercewsa navçeya Batmanê ra derbas dibin û gotin ku ew 2-3 mehan di rê da dimînin û wiha gotin, "Em hem eraziyan ra hem rêya makînê ra diçin. Dema ku baran dibare û rê dibin herî, em pir tengasiyê dikşînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın