Jiyan

Koçerên derketibûn zozanên Bidlîsê ji bo vegerê amadehiyan dikin

Koçerên pez û dewarên xwe di mehên biharê da dan pêşiya xwe û derketin zozanên Bidlîsê bi nêzbûna zivistanê va êdî ji bo vegerê dest bi amadehiyan kirin

Abdullah Tel  | 19.09.2020 - Rojanekırın : 23.09.2020
Koçerên derketibûn zozanên Bidlîsê ji bo vegerê amadehiyan dikin

Bitlis

 Koçerên di mehên biharê da ji bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatine zozanên Bidlîsa têr çêre lê heye îsal bi saya barana zêde va jî kêf kirin û pez û dewarên wan têra dilê xwe çêriyan.

Li zozanên Bidlîsê ku av û hewaya wan gelek paqij e koçerên ji xwe ra hatine û kon vegirtine bi mehan e ji teknolojî û nîmetên wê dûr in lê di nav siruştê da qet xema wan nîne lewra heywanên wan têr diçêrin û ew jî bi vê gelek kêfxweş in.

Koçerên ji bajarên curbecur ên welêt tên û li zozanên herêmên Duap, Çitak, Siphan û Kolludereyê ne bi cih bûne pez û dewarên xwe berê mêrga didin û ji şîrê wan jî penêr, toreq û rûnê malê çêdikin têrî xwe hiltînin û yê mayî jî difiroşin.

Koçerên derketibûn zozanên Bidlîsê ji bo vegerê amadehiyan dikin

Koçerên di mehên biharê da ji bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatine zozanên Bidlîsa têr çêre lê heye îsal bi saya barana zêde va jî kêf kirin û pez û dewarên wan têra dilê xwe çêriyan. ( Ahmet Okur - Anadolu Agency )

Zarokên tevlî dê û bavê xwe derketine zozanan jî lîstikên li gor xwe dileyîzin û kêfa zarokatiyê derdixin.

Îsal havînê baran baş barî û ev yek jî li zozanan gelek bi kêrî çêreyê hat û zozan hêşîn man û pez û dewar jî birçî nema.

Ji koçeran Raşît Keşlî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji meha gulanê vir va hatine zozanê û heywanên xwe li mêrgên vê derê diçêrînin.

Keşlî destnîşan kir ku îsal baraneke xweş barî û ji mêrgan çêre kêm nebû û wiha domand: "Li gor salên borî îsal şîr gelek bi bereket bû. Me ji wî şîrî penêr, mast û rûnê nivîşkî çêkir û firot. Heywanên me hê jî li zozanan diçêrin. Li gor hesabê me heta 15ê cotmehê jî em ê li van deran bin. Ji bo vegerê jî me hêdî hêdî dest bi amadehiyan kiriye û qasî du meh şûnva jî wê pez û dewar dest bi zayînê bikin. Em ê golik, berxik û karikan di biharê da bifiroşin û careke din berê xwe bidin zozanan."

Koçerên derketibûn zozanên Bidlîsê ji bo vegerê amadehiyan dikin

- "Sala baran bibare xêr û bereket zêde ye"

Silêman Keşliyê ev 19 sal e koçeriyê dike û tê zozanan jî got ku ew koçeriyê ji bav û kalên xwe hîn bûne û dixwazin nifşên nû jî hînî vê bibin û wiha domand: "Em pez û dewarên xwe li deşt û zozanan diçêrînin û bi saya dahata ji heywanan jî debara mala xwe dikin. Ji bilî vî em bi karekî din nizanin. Îsal ji ber ku baran zêde bû çêre jî hebû û sala ku baran hebe xêr û bereketa li zozanan zêdetire lewra îsal av jî hebû û heywanên me tî jî neman."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.