Jiyan

Koçeran cardin berê xwe dan zozanan

Koçer piştî ku 6 mehên zivistanê li germiyanên Şirnex û Sêrtê derbas kirin, bi germbûna hewayê ra ji bo ku heywanên xwe bibin zozanan bi rê ketin.

İbrahim Atmaca   | 13.05.2019
Koçeran cardin berê xwe dan zozanan

Şırnak

Koçer piştî ku 6 mehên zivistanê li germiyanên Şirnex û Sêrtê derbas kirin, bi germbûna hewayê ra ji bo ku heywanên xwe bibin zozanan bi rê ketin.

Koçeran cardin berê xwe dan zozanan

Koçerên ku li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê heywandariyê dikin, bi germbûna hewayê ra berê xwe dan cihên bilind û zozanan. Koçeran zivistana xwe li herêmê derbas kir û bi hatina biharê ra barê xwe ser pişta keran kirin û berê xwe dan zozanên Wan, Şirnex, Bîngol, Erzirom û Hekariyê.

Ji ber ku zivistana îsal li herêmê dirêj bû, debara heywanan xelas bû û koçer bi dilekî rehet berê xwe didin herêmên ku bi destê hêzên ewlehiyê hizûr lê çêbû.

Birên pez ku ji 2 hezar mihan pêk tên, di rêwîtiya zozanan da carinan ser rêbejan ra jî derbas dibin û şofêr jî tengasiyê dikşînin.

Koçer Mahmut Udurê (67) ku heywanên xwe derdixe zozanê, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bira pezê ku nêzî hezar mihî ne, ji Cizîrê tîne û wê bibe Wanê. Udur got ku ev rêwîtiya wî ya zor û zehmet wê nîvendî mehekê dewam bike.

Udur got ku ew di rêwîtiyê da tengasiyên mezin dikşînin û wiha dewam kir:

"Koçertî karê bav û kalên me ye û karekî zehmet e. Li Cizîrê hewa germ e êdî. Em jî ji bo heywanên xwe bibin cihê hênik, bi rê ketin. Zehmetî di meha remezanê da zêdetir dibe. Em ji şefeqa sibê heta roj diçe ava dimeşin. Em heta xwe bigihînin Wanê mehekê derbas bibe. Li welatê me hizûr heye. Em jî bi dilekî rehet diçin. Ji aliyê ewlehiyê va talûke tuneye."

Hasan Dumanê (44) jî bi birayê xwe ra ji Mîdyada navçeya Mêrdînê bi rê ketiye û wê bi hezar û 500 mihî va herin zozanên Agiriyê. Duman got ku ew ê nêzî 45 rojî da xwe bigihînin zozanên Agiriyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın