Koçerên li zozanên Mûşê ji bo vegerê rojan dijmêrin
Hin malbatên koçer ên li Zozanê Şênê ne ji ber hewaya xweş wê çendekî din jî bimînin.

Muş
Hinek koçerên ji mehên biharê da hatine û li Zozanê Şênê ya Mûşê ku pez û dewarên xwe diçêrinîn ji bo vegerê amade ne lê ji ber ku hewa xweş e niha dil nakin vegerin û ew roja dijmêrin.
Koçerên biharê ji Diyarbekirê derketine rê û hatine Zozana Şênê niha li vê derê wextê xwe derbas dikin. Ji wan malbatan qismek vegeriyan lê qismek ji ber xweşbûna hewayê hê jî dest bi vegerê nekirine û ew rojên xweş ên bitav dijmêrin û hê jî konên xwe neterikandine.
Li Zozanê Şênê mêr bi xwedîkirin û gerandina pez û dewaran ra eleqedar dibin û jin jî nan lê dixin, şîvê amade dikin û rojên xwe wisa derbas dikin.
Ji koçeran Halîme Koçagayê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew jî wek bav û kalên xwe di konan da dimînin û çanda xwe didomînin.
Koçagayê destnîşan kir ku wê piraniya emrê xwe bi heywan xwedîkirinê derbas kir û wiha domand: "Dema em derdiketin zozanan me pez didot û dew dikêla. Ji mêvan û şivan û gavanan ra şîv çêdikir, nan lê dixist. Di demên xwe yên vala da jî tevlî 4-5 jinan konên ji mû çêdikir û di nav 20 rojan da encax yek çêdikir. Havînê li zozanan û zivistanê jî li gund rojên me derbas dibin lê piraniya rojên me di van konan da derbas dibûn û ji bo me ev konên mû girîng in."
Hamît Koçaga destnîşan kir ku qasî 20 hezar pez û 7 hezar jî dewarên wan hene û wiha domand: "Em di mehên biharê da derdikevin zozanan û heta mehên payîzê li van deran dimînin. Ez 58 sal berê di konekî da hatime dinyayê û piraniya jiyana me di van konan da derbas dibe."
Ji koçeran Muhbet Golbaşiyê jî got ku ew ji jiyana li zozanan hez dike û kar û bar û piraniya amadehiyên zivistanê dema li zozanan dimînin hel dikin û wiha pê da çû: "Me şîr û penêrê xwe firot. Ji bo hewcedariyên xwe jî amadehiyên xwe yên zivistanê kir. Çendek bi şûn da em ê jî dest bi vegerê bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.