Jiyan

Koçerên hatine zozanên li Mûşê dest bi dotina pezên xwe kirin

Sabri Yıldırım  | 16.05.2025 - Rojanekırın : 18.05.2025
Koçerên hatine zozanên li Mûşê dest bi dotina pezên xwe kirin

Muş

 Koçerên ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatine zozanên li Mûşê dest bi dotina pezên xwe kirin.

Koçerên ku hatine herêmê pezên xwe li Zozanê Şênê û Çiyayê Qizmeyê diçêrînin û didoşin. Koçer bi şîrê didoşin jî rûn û penêr hildidin û difiroşin.

Abdulhadî Yavuzê ji Mêrdînê hatiye herêmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj hatine Zozanê Şênê.

Abdulhadî Yavuz diyar kir qederê 900 mêşinên wî hene û got ku em ê bi qasî 4 mehan li vir bimînin û heywanên xwe biçêrînin.

Osman Çelikê ji Diyarbekirê hatiye Çiyayê Qozmeyê diyar kir tevî 800 heywanên xwe hatiye herêmê û got ku me dest bi dotina heywanên xwe kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın