Jiyan

Keşîşxaneyên dîrokî yên Sumela û Vazelonê bi tonên payîzê rengîn bûn

Meltem Yılmaz Karakurum  | 04.11.2025 - Rojanekırın : 04.11.2025
Keşîşxaneyên dîrokî yên Sumela û Vazelonê bi tonên payîzê rengîn bûn Ertuğrul Baştan

Trabzon

 Li Maçkaya navçeya Trabzonê keşîşxaneyên dîrokî yên Sumela û Vazelonê bi tonên rengên payîzê xemilîn.

Keşîşxaneyên li geliyan, van rojan rengîn bûne.

Keşîşxaneya Sumelayê ku di Geliyê Altindereyê da li pêşa çiyê hatiye çêkirin û Keşîşxaneya Vazelonê bi rengên derdora xwe va balê dikişînin.

Ziyaretvanên ku tên herêmê, hem keşîşxaneyên dîroka hezaran salan keşif dikin hem jî wêneyên dîmenên payîzê dikişînin.

Keşîşxane ji ber dîrok û xweşikahiyên xwe yên siruştî her demsal rastî eleqeyê tên û di nava rengên payîzê da jî bi dronê hatin kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.