Jiyan

Kesên ku vegeriyan herêma Şenyaylayê ya Mûşê çandiniya fêkî û sebzeyan dikin

Sabri Yıldırım  | 07.10.2025 - Rojanekırın : 08.10.2025
Kesên ku vegeriyan herêma Şenyaylayê ya Mûşê çandiniya fêkî û sebzeyan dikin Sabri Yıldırım

Muş

 Li herêma Şenyaylayê ya Mûşê ya ku rewşa aramî û ewlehiyê lê pêk hat kesên ku koç kiribûn êdî vedigerinê, çandiniya fêkî û sebzeyan dikin û feydeya wan digîhêje aboriyê.

Rêveberiya Taybet a Bajêr li herêmê binesazî û rêyên nû çêkiriye ku kesên li vê herêmê bi cî bûne jî bi çandinî û xwedîkirina heywanan ra mijûl dibin.

Gundiyên gundê Yamaçê ya li quntara Çiyayê Kozmayê ji baxçeyên xwe yên sebze û fêkiyan balîcanên sor, îsot, çîlek, zebeş û petêxan berhev dikin û li devê rêya Muş û Qulpê difroşin.

Ji gundiyan Suat Ertugrul ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew ji bo ku xirecira bajêr ji dûr bikeve û feydeya wî bigîhîje aboriya malbatê û bajêr karê çandiniyê dike.

Ertugrul wiha axivî: "Li vir em çandiniya her cure sebzeyan dikin. Bi anîna xizmetan a ji bo herêmê va feydeya wê ya aboriyê jî wê zêdetir be. Armanca me ew e ku nifşên dahatûyê ax, dîrok û çanda xwe û cihên bav û kalên xwe yên ku lê mezin bûne, bizanibin."

Heybet Şahîn jî got ew di sala 1991î da mecbur mane ku koç bikin, lê 6 sal berê vegeriyane axa xwe û çandiniyê dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın