Kesên ji germê aciz dibin berê xwe didin Gelî û Çemê Sînegê
Diyarbakir
Çermîka navçeya Diyarbekirê di nav rojên germ da bi Gelî û Çemê Sînegê yê li ser xwe dihewîne va bû navenda hênikbûnê.
Navçeya Çermîkê ya ku germav, Gelî û Çemê Sînegê, Çiyayê Gelîncîkê ku ji dûr va dişibin mirovên rêzbûyî û sûlavên Yabanardi û Şêxandedeyê lê ne di mehên havînê yên germ da mêvanan diezimîne.
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku germahî ji 40 pileyî zêdetir e kesên dixwazin piçek bêhna wan derkeve berê xwe didin Gelî û Çemê Sînegê yê li Çermîkê.
Qaymeqamê Çermîkê Ramazan Polat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di van rojên gemr da gelek mêvan ezimandin.
Polat destnîşan kir ku kesên ji germê aciz dibin tên Gelî û Çemê Sînegê û sûlavên Yabanardi û Şeyxandedeyê û got ku Çermîk him di qada turîzma baweriyê him di ya siruşt da û him jî di ya germavê (sihetê) da balê dikişîne ser xwe û ji mêvanan xalî nabe.
Polatdestnîşan kir ku ji navend û navçeyên Diyarbekirê û bajarên der û dorê yên wek Mêrdîn û Rihayê mêvan tên navçeya Çinarê û bêhna xwe vedidin.
Nebî Karamehmetogluyê li ser Çemê Sînegê xwedî kar e jî got ku ew mêvanên ji hundir û dervayî welêt tên diezimînin û wiha pê da çû: "Germahiya li vê derê di bin 30 pileyî da ye. Kesên tên vê derê dikevin avê û seyranê dikin."
Ji kesên hatine gerê Burak Altunbaş jî got ku herêm gelekî germ e lê devera niha hatinê hênik e û ew jî dikevin Çemê Sînegê û xwe hênik dikin û bêhna xwe vedidin.
Sema Altunbaşê jî got ku ew li Almanyayê hatiye dinyayê û cara ewil e tê Diyarbekir û dixwaze ku bila herkes bê û xweşiyên li Çinarê bibîne.