Kesên ku "Muslum Babayê Wanî" dibînin diheyirin

Van
Li Wanê Muslum Tunçê şofêrê TIRê ji ber ku dişibe Muslum Gursesê sitranbêj bala xelkê dikişîne.
Muslum Tunçê (38) li navçeya Îpekyoluyê li Taxa Kiratliyê dijî û 3 zarokên wî hene, ji ber ku dişibe Muslum Gursesê 12 sal berê wefat kir, bala xelkê dikişîne.
Muslum Tunçê bi reng û rûyê û bi timtêl û girêdana xwe dişibe Muslum Gurses, navê xwe yê ku "Saîm" bû 6 meh berê weke "Muslum" guherandiye.
Li derdorê weke "Muslum Babayê Wanî" gazî wî dikin û pê ra wêne dikişînin.
Tunç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji ber ku dişibe Muslum Gursesê sitranbêj bala xelkê dikişîne.
Muslum Tunç destnîşan kir navê xwe yê ku "Saîm" bû jî weke "Muslum" guherandiye û got ku li derdorê weke "Muslum Babayê Wanî" gazî wî dikin û pê ra wêne dikişînin.
Kenan Bulutê hevalê wî jî destnîşan kir pir dişibe Muslum Gurses û got ku em jê ra dibêjin "Muslum Baba."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.