Kesên ku li hênikahiya siruştî digerin berê xwe didin Kanyona Sîneberê
Di hundirê kanyona di nav çiyayên bilind da sûlava ku di nav teht û zinaran da ji jor da tê xwarê, derfeta hênikbûna di dorhêla siruştî da dide ziyaretvanan

Hakkari
Kanyona Sîneberê ya ku ji bedewiyên xwezayî yên Hekariyê ye, bi dîmena xwe ya ku kesk û hêşîn têkelî hevdu dibe û her wiha bi ava hênik a sûlava ku ji çend cihan ra diherike, bû pêgeha kesên ku ji ber kelekela germa havînê tengezar bûne.
Kanyona ku dikeve nav sînorê gundê Kavalê ku ew jî qedera 50 kîlometreyî dûrî navenda bajêr e, ji xeynî şêniyên bajêr ziyaretvanên ji parêzgehên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî diezimîne.
Di hundirê kanyona ku di nav çiyayên bilind da ye û bi dirûvê xwe yê xwezayî va balê dikişîne, sûlava ku di nav teht û zinaran da ji jor da tê xwarê, derfeta hênikbûna di dorhêla siruştî da dide ziyaretvanan.
Ziyaretvanên kanyonê jî hem di nav xwezayê da wextê xwe derbas dikin û hem jî di ava sûvalê da avjeniyê dikin û xwe hênik dikin.
Kanyon her wisa van salên dawîn ji xeynî şêniyên bajêr û herêmê, her wisa turîstên xwemalî û biyanî jî diezimîne ku ev bi kêrî turîzma bajêr tê.
Ziyaretvanê Diyarbekirî Şeyhmus Tunç ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew par jî hatin kanyonê.
Tunç bal kişand ku ew li bedewiyên xwezayî yên bajêr geriyan û wiha got, "Van dawiyan germahiya hewayê pir zêde bûye. Me jî xwest em ji bo çend rojan hem bêhna xwe vedin û hem jî tama wê derxin. Em ê bikevin avê û xwe hênik bikin. Dîmen jî pir sipehî ye."
Samî Seven jî bal kişand ku ew tevî hevalên xwe ji bo pîknîk û xwehênikkirinê û her wiha dûrketina ji stresê hatin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.