Jiyan

Kesên ku ji germê aciz dibin li peravên Gola Wanê hênik dibin

Necmettin Karaca  | 05.08.2025 - Rojanekırın : 05.08.2025
Kesên ku ji germê aciz dibin li peravên Gola Wanê hênik dibin

Van

 Welatiyên ku li Wanê dijîn û yên bajarên derûdorê yên ku ji germê aciz dibin, di Gola Wanê da avjeniyê dikin û hênik dibin.

Gola Wanê bi perav û plajên xwe yên xwedî alaya şîn di qada turîzmê da cihekî gelek girîng e.

Bi germbûna hewayê ra ev der ji bo însanan bûye cihekî xweş ya ji bo bêhnvedanê.

Ji bilî niştecihên bajêr, mêvanên ku ji bajar û navçeyên derûdorê tên jî peravan tijî dikin.

Mêvanên ku tên nîvgiravên 20 kîlomêtro dûrî navçeya Erdîşê yê li devê golê, avjeniyê dikin û hênik dibin.

Ercan Zurelê li Belçîkayê dijî got ew bûye heyranê bedewiya Wanê û wiha axivî: "Em ji bo betlaneyê hatibûn Îzmirê. Me bihîst ku ava Gola Wanê şifa ye. Ev cara yekem e ku em hatin vir. Ava wê paqij e û peravên wê jî xweş e. Gola Wanê mîna behrê ye. Pêlên wê pir kêm in û hewaya wê jî sar e. Ez pêşniyar dikim ku her kes were vir. Ez bi jina xwe û çar zarokên xwe ra hatim. Em demeke xweş derbas dikin. Em difikirin ku sala bê jî werin vir."

Mehmet Coşkun jî anî ziman ku ew ji ber germê dikevin golê û pêşniyaz dike ku her kes bê dîtina Gola Wanê.

Ozan Çelebî jî got havînê turîstên herêmî û biyanî ji bo betlaneyê tên bajêr û anî ziman ku ew hem avjeniyê dikin û hem jî ji derfetên li peravê îstifade dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın