Kemser: Paytexta "gul û ava gulê" ya Îranê
Tahran
Li bajaroka Kemsera girêdayî bajarê Kaşanê ya li ser Îsfaxana eyaleta Îranê ku wek paytextê gul û ava gulê ya Îranê tê hesibandin, bi pergalên kevneşopî yên sedan salî va ava gulê tê derxistin.
Şêniyên herêmê bajarokê wek paytexta gul û ava gulê ya Îranê binavdikin û li her kuçe û kolaneke bajarokê îmalatxaneyeke ava gulê heye.
Li bajarokê him bi pergalên kevneşopî û him jî bi pergalên nûjen ava gulê tê derxistin. Karkerên li herêmê serê sibehê zû ji bexçeyan dest bi berhevkirina gulan dikin û demildest digihijînin îmalatxaneyên li bajarokê.
- Ev kar ji bav û kalan mîrat maye
Gul di sîtilên navê bi navê "Dik" da tên kelandin û paşê jî tên parzûnkirin û herî zêde ava wan ji bo vexwarinê tê bikaranîn.
Hiseyîn Rahîmpurê xwediyê atolyeya ava gulê ku bi rêbazên berê dişûxule daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev kar ji kalê wî jê ra mîrat maye û ew jî li ser heman rêçê dimeşin.
Mihemed Keşveriyê di heman atolyeyê da dixebite got: "Ez nêzî 10 sale li vê Kemserê dixebitim û vî karî dikim. Bav û kalên min bi tevahî nêzî 70 salî ev kar kirine û niha jî ez mîrata wan didomînim."
Li Kemserê ji 200î zêdetir atolyeyên ava gulê hene û nêzî 10 hezar kes di vê sektorê da dixebite.
Li bajaroka Kemserê tevlî gulê ava pûng, tarçin û hin nebatên din jî tê parzûnkirin û ji bo vexwarin, xurek û pîşesaziya dermanan tê amadekirin.