Jiyan

Keleha Ayanîsê ya bi menzereya Gola Wanê bû cihê ziyareta turîstan

Mesut Varol  | 01.10.2025 - Rojanekırın : 01.10.2025
Keleha Ayanîsê ya bi menzereya Gola Wanê bû cihê ziyareta turîstan Özkan Bilgin

Van

 Keleha Ayanîsê ya ku li ser girekî li hafa Gola Wanê ava bûye û bi kolanên arkeolojîk va gelek berhemên dîrokî ji binê axê hatin derxistin, van dawiyan bû ji cihên sereke yên ziyareta turîstên biyanî.

Li Keleha Ayanîsê ya li navçeya Tuşbayê ya ku bi qasî 2 hezar û 700 sal berê ji hêla Qraltiya Urartuyan hatiye çêkirin, bi xebatên kolanê va heta niha gelek heyîn û berateyên çandî hatin dîtin.

Keleha ku bi xemla xwe, bi dîwarên xwe yên kelpîç, bi neqşên xwe yên kevirîn û her wiha bi Perestgeha Xaldî va ji avahiyên herî bi îhtişam ên Qraltiya Urartuyan e, di heman demê da gelekî bala dîrokhezan jî kişand.

Kesên diçin dîtina kelehê, perestgeha di hundirê kelehê da ziyaret dikin ku bi motîfên nebat û heywanan ên bi kevirên teşepêdayî hatine çêkirin.

Ziyaretvanên ku odeyên kelpîçî û her wiha cihên din ên kelehê dibînin, ji terasa li ser girê li hafa Gola Wanê, Çiyayê Sîpan û dîmena newaze ya golê ji xwe ra temaşe dikin.

Keleh van dawiyan her wiha ziyaretvanên ji gelek welatên wekî Amerîka, Îngiltere, Awistralya û Kanadayê diezimîne. Lewma jî tê pêşbînîkirin ku keleh bibe ji destînasyonên herî giring ên turîzma bajêr.

Prof. Dr. Mehmet Işikliyê Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê yê Zanîngeha Ataturkê yê ku serokatiya kolanên arkeolojîk ên deverê dike, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku Keleha Ayanîsê bi salan bi berateyên sipehî û her wiha bi mîmariya xwe ya abîdeyî û baş parastî va hat rojevê.

Ishaway Frıestada ji Amerîkayê hatiye wiha got, "Bi rastî ez ji vir ra hejmetkar mam. Nexasim min rolyef û neqşên di hundirê perestgehê da pir ecibandin. Enerjiyeke cuda ya vir heye, ez pir ecêb muesir bûm."

Rebecca Mcnamaraya ji Îngiltereyê hatiye jî wiha got, "Dema ez hatim vir tu bendewariyeke min tunebû, lê gava ketim hundir, ez pir ecêb hestiyar bûm. Dema min ji vir Gola Wanê dît ez pir kelecanî bûm. Ez dikarim bêjim ji cihên herî xweş ên dinyayê ye ku ez çûmê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın