Jiyan

Keça xwe ya astengdar û nav cî da 40 sal e mîna roniya çavên xwe xayî dike

Aliye Bugura 75 salî û ji Agiriyê 40 sal e weke roniya çavên xwe keça xwe ya astengdar û di nav cî da xayî dike û heyata xwe ji bo keça xwe feda kiriye

İbrahim Atmaca  | 22.03.2020 - Rojanekırın : 27.03.2020
Keça xwe ya astengdar û nav cî da 40 sal e mîna roniya çavên xwe xayî dike

Ağrı

Aliye Bugura 75 salî û ji Agiriyê 40 sal e weke roniya çavên xwe keça xwe ya astengdar û di nav cî da xayî dike.

Bugur li taxa Kazim Karabekirê dijî û yek jê wefat kiriye, diya 9 zarokan e. Fîlîza keça wê hêngî bûye ji aliyê beden û mêjî va astengdar e. Bugurê heyata xwe ji bo keça xwe ya 40 salî feda kiriye.

Dayika fedakar carinan bi alîkariya bûka xwe jî hemû pêdiviyên keça xwe ya astengdar peyda dike û şev û roj li ber keça xwe ye.

Bugur timî li ber serê keça xwe ye û jê ra stranên ku jê hez dike vedike da ku bêhna wê pê derê.

Aliye Bugurê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 40 sal e ew keça xwe ya astengdar xayî dike.

Bugurê diyar kir, heta ku ew bijî wê li cem keça xwe be û wiha dewam kir:

"Dest û lingê keça min nagre. Ez nan nerm dikim û dixim devê wê û bi wî hawî jî zor û zehmet xwarinê dixwe. Xayîkirina keça min zehmet e, lê çi tê ji Xwedê tê û ji bo min xweş e. Ez ji Xwedayê xwe razî me. Şikir ji Xwedê ra. Keça min cegera min e, ez ê çawa xayî nekim? 40 sal demeke kin nîne."

Bugurê diyar kir ku keça wê bişev heta sibê digrî û ew fêm nakin bê ka çima timî ev qas bê hizûr e.

Bugurê daxuyand ku heta cînar jî dengê wê dibihîzin û wiha dewam kir: "Ji ber ku xeber nade, em nizanin bê ka çi dibêje. Keça min xeber nade, lê guhê wê dibihîzin. Têlefon şev û roj li kêlekê ye û bi vî havî muzîkê guhdarî dike û pê disekine. Ku muzîkê guhdarî neke, nasekine. Ceyrana odeya wê heta sibê vêxistiye. Derdê ku ji Xwedê tê xweş e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın