Kebaba caxê ya Erziromê ya tescîlkirî di gastronomiya navneteweyî da wekî xwarineke sereke cî digire
Erzurum
Kebaba caxê ya Erziromê ya tescîlkirî di gatsronomiya navneteweyî da dîsa di nav xwarinên sereke da cî digire.
Kebaba caxê ya ji goştê pez û berxên li cihên bilind diçêrin tê çêkirin, bi biharatên taybet va tê amadekirin.
Ev kebaba li ser agirê daran tê pijandin di nav lîsteya gastronomiyê ya curbicur a dinyayê da cî digire.
Di vê dawiyê da, kebaba caxê di lîsteya "TasteAtlas"ê ya ku çavkaniyeke girîng a gastronomiyê ya dinyayê ye di rêza 9emîn a "100 Xwarinên Herî Baş ên Dinyayê" da cih girt.
Mêvanên tên bajêr jî dixwazin vê kebabê bixwin û feydeyeke wê ya girîng jî digihêje turîzma bajêr.
Serokê Borseya Bazirganiyê ya Erziromê Hakan Oral ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku bajêr bi 61 ber û berhemên xwe yên tescîlkirî va li Tirkiyeyê di rêya 3yemîn da cî digire.
Oral got taybetmendiya xwarin û berên herêmê ew e ku ew ji avûhewaya vir û heywanên ku li cihên bilind diçêrin tên bidestxistin û wiha axivî: "Kebaba çaxê tehmek e ku ji hêla erdnîgariyê va hatiye bidestxistin. Kargeh û aşpêjên me yên jêhatî jî ew kirine nav yek ji baştirîn xwarinên dinyayê."
Şakir Aktaşê 35 sal e hostatî û karsaziya kebaba caxê dike jî got raza tehma vê xwarinê ji ber heywanên ku li cihên bilind diçêrin tê.
Aktaş anî ziman çêkirina goşt û pijandina wê ya li ser agirê daran jî dibe sedem ku ev bibe xwarineke bitehm.
