Kaşûnbazên Bidlîsî digel sir û seqemê amadehiya pêşbaziyan dikin
Bitlis
Li Bidlîsa ku zivistan lê dijwar derbas dibe werzişvanên tîma reva biliyan ji bo ku di pêşbaziyan da dereceyê bi dest bixin di sir û seqemê da antrenmanê dikin.
Kaşûnbaz piştî ku sitûrahiya berfê gihîşt asta tê xwestin li Pîsta Navenda Perwerdeya Werzişvanan a li ba Navenda Kaşûnê ya Xana El-Emanê ya dîrokî ku germahî heta 15 pileyan dikeve binê sifirê antrenmanên xwe didomînin.
Kaşûnbaz digel sir û seqemê hedef dikin ku di Pêşbaziya Reva Biliyan a ku dê di 18-22yê rêbendanê li Erziromê bê kirin û Pêşbaziya Etaba Bîatlonê ya dê di 22-26ê rêbendanê bê kirin û ew jî hewl didin bi madalyaya zêrîn vegerin.
Sedat Bîlgeyê antrenorê kaşûnê yê ku li Midûriya Bajêr a Werziş û Ciwaniyê yê Bajêr da peywirê dike got ku werzişvanan havînê di Şampiyonaya Bîatlonê ya Tirkiyeyê da serkeftineke mezin bi dest xistin.
Bîlge got ku her tim antrenmanên xwe dikin û wiha axivî:
"Wekî her sal berî meh û nîvekê piştî ku li Çiyayê Nemrûdê berf hat me dest bi antrenmanên xwe kir. Em li Nemrûdê di bin sifirê 15 û 20 pileyan da xebitîn. Werzişvanên me heta nîvê şevê bi fedakariyeke mezin xebitîn. Li herêma Xana El Emanê berf hat û 20 roj in em li vir dixebitin. Werzişvanên me bi hemû hêza xwe va ji bo Pêşbaziya Seridandina Reva Biliyan a ku dê li Erziromê bê kirin û Pêşbaziya Etaba Bîatlonê ya ku dê pişt ra bê kirin amadehiyê dikin. Em ê vê heyamê jî serkeftinên xweşik bi dest bixin."
Bîlge da zanîn ku di tîma neteweyî da 5 werzişvanên wan hene û hedef dikin ku vê jimarê zêde bikin û got ku bila heyama kaşûnê ji bo hemû welêt bibe wesîleya xêrê.
Ji werzişvanan Hayrunnîsa Akbalikê jî got ku "Em amadehiya pêşbaziyên li Erziromê dikin. Armanca me ew e ku em bibin yekemîn. Li Bidlîsê hewa zehf sar e. Di bin sifirê da ye. Digel vê em antrenmanê dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
