Karkerên ku kayê bar dikin ji bo nanê xwe, di bin germê û nav tozê da dixebitin

Diyarbakir
Li Diyarbekir û Batmanê ku yek ji navendên dan û dexl ên sereke yên Tirkiyeyê ne, karkerên ku kayê li kamyonan bar dikin di vê germê û nav tozê da dixebitin.
Li Diyarbekir û Batmanê piştî ku genim û ceh tê berhevkirin, ka li holê dimîne ku ew wekî alifê heywanan tê bikaranîn.
Karker an li gor edeta berê bi şene û dirganan kayê berhev dikin an jî balyayên kayê yên bi makîneya presê hatine tepisandin berhev dikin.
Karker kayê dixin çewalan û li kamyonan bar dikin da ku bişînin seranserê Tirkiyeyê, bi taybetî jî bajarên cuda ên Rojhilatê Anadoluyê û herêma Deryaya Reş.
Li gor daxwaza mişteriyan saeta xebata karkeran jî diguhere.
Karker ji bo ku di bin germê da nexebitin danê hênik diçin kar, lê dema siparîş zêde bin ew ji serê sibê heta êvarê dixebitin.
Karker bi qasî 4 mehan dixebitin, lê germa ku digihêje 40 pileyan û toza ku dema barkirina kayê derdikeve holê wan aciz dike.
Karker Metîn Sevîmê (38) ku li taxa Qasimliyê ya Sîlvana navçeya Diyarbekirê kayê li kamyonê bar dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ew zewicî ye û sê zarokên wî hene.
Sevîm daxuyand ku ew nêzîkî 10 salan e vî karî dike û bi dahata ku qezenc dike va debara xwe dike.
Sevîm got wan di meha gulanê da dest bi xebatê kiriye û ewê heta çileya paşîn dewam bikin û anî ziman carna ew serê sibê di saet 4.30yî da dest pê dikin û heta saet 22.00yê şevê dixebitin.
Fesîh Sevîmê bavê 4 zarokan yê ku 13 sal e vî karî dike jî got ew herî zêde kaya belavbûyî tijî çewalan dike, lê qasî 4 salan e kaya ku hatiye tepisandin bar dike.
Mikaîl Sevîmê 35 salî yê ku bi kamyona xwe kayê dikşîne jî got ew 10 sal e bi wesayîta xwe kayê dibe bajarên din.
- Batman
Li Batmanê jî Mahfuz Yavuzê ku kayê tijî çewalan dike got ew 10 sal e vî karî dike.
Ferît Yavuz jî got ekîba wan ji 10 kesan pêk tê û jê 8 kes kayê tijî çewalan dikin, 2 kes jî devê çewalan girê didin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.