Karika ku maka wê neban e û navê "Dîna" lê kirin bû maskota malê

Tunceli
Li Ovacika navçeya Tunceliyê, karika ku maka wê di ser da neçû, hindik ma biqefile û lewma jî malbata Yarar karik anîn hundirê malê, navê "Dîna" lê kirin û baş miqate dibin.
Malbata Yarar ku li Taxa 94 dijî û debara xwe bi heywandariyê dike, piraniya wextê xwe bi alifkirin û miqatebûna bira bizinan ra derbas dike.
Endamên malbatê yên ku havînan derdikevin zozanên li Çiyayê Mercanê û her wiha zivistan û biharê jî li navenda bajêr dimînin, her roj sibehê zû radibin û berê xwe didin goma ku bi qasî 100-150 serî bizin tê da ne.
Di vê dema ku bizin dizên da, ji bo ku bizin di berzê da nemînin û kar telef nebin, endamên malatê li gomê nobedê digirin.
Bizineke ku bi qasî 15 roj berê za, neban bû û di ser kara xwe da neçû. Ji ber vê yekê jî karik hindik ma ji sermana biqefile. Endamên malbatê jî karik anîn malê û di hundir da miqatî karikê dibin û her wisa jî navê "Dîna" lê kirin. Malbat rojê 3 danan bi bîberonê şîr dide karikê.
Umut Can Yarar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew digel malbata xwe bi salan e karê heywandariyê dike.
Yarar diyar kir ku meha rêbendanê serî dikeve bizinan û bizin dizên û wiha dewam kir:
"Ji ber ku goma me hinekî dûrî malê ye, em timî nikarin telesiya gomê bikin. Dîna di demekê da zabû ku me nikaribû em her wext biçin teseliya gomê. Dîna dema zabû pir serma kiribû. Me got qey wê ji sermana telef bibe. Lewma me ew hilda anî malê û ev bi qasî 15 rojan e jî bi me ra dijî. Em carinan wê dibin gomê, lê li wir nasekine, ji ber ku hînî me bûye, dîsa dide pey me û tê."
Yarar diyar kir ku gava ew sibê zû ji xewê hişyar dibe, ew pêşiyê şîr dide Dînayê, zikê wê têr dike û wiha dewam kir, "Ev hîseke pir ecêb e. Ji meriv wetrê, meriv li zaroka xwe miqate dibe. Lewma mirov zehf bextewar dibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.