Kapadokyayê par mazûvaniya 1,2 milyon geştiyarî kir
Nevsehir
NEVŞEHİR (AA) - BEHÇET ALKAN - Zelve û Paşabaxiya ku li seranserê Tirkiyeyê kavilgehên ku herî zêde serdana wan tê kirin, par mazûvaniya 1,2 milyon geştiyarî kir.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Çand û Geştiyariyê ya Parêzgehê, Kavilgeha Paşabaxiyê ku 5 kîlometre dûrî navçeya Avanosê ye û Kavilgeha Zelveyê ku kîlometreyekê dûrî wê ye, bala geştiyarên xwecihî û biyanî yên ku serdana Kapadokyayê dikin dikişînin.
Par di meha Çileya Paşîn da 48 hezar û 770, di Sibatê da 42,641, di Adarê da 71,215, di Nîsanê da 151,353, di Gulanê da 173,514, di Hezîranê da 126,827, di Tîrmehê da 96,942, di Tebaxê da 120,454, di Îlonê da 126,100, di Cotmehê da 152,438, di Mijdarê da 107,865, û di Çileya Pêşîn da 53,824. geştiyaran serdana herdu kavilgehan kir.
Kavilgehên Zelve û Paşabaxiyê ku par bi tevahî milyonek û 271 hezar û 943 geştiyar kişandin, pêrar jî mazûvaniya 948 hezar û 746 geştiyaran kiribûn.
- "Kapadokya tekane cihê cîhanê ye ku meriv dikare bi 3 awayên cûda serdana wê bike"
Serokê Komeleya Rêberên Geştiyaran a Nevşehirê Ozay Onur, ji nûçegihanê AAyê ra got ku kavilgehên li Kapadokyayê ya ku kevirên cinan lê zêde ne, bi şapelên xwe yên di keviran da hatine kolan û qadên jiyanê balê dikişînin.
Onur diyar kir ku kavilgehên ku tevahiya salê mazûvaniya geştiyaran dikin, bi piranî ji aliyê geştiyarên Amerîkaya Başûr û Rojhilata Dûr va têne ziyaret kirin û got:
"Herêma me ji aliyê rewşa xwe ya dîrokî, çandî û erdnîgarî va herêmeke bêhempa ye. Kapadokya tekane cihê cîhanê ye ku meriv dikare bi 3 awayên cûda serdana wê bike. Dema ku hûn diçin binê erdê, bajarên bin erdê cîhaneke cûda ne, rûyê erdê cîhaneke cûda ye, û dema ku hûn bi baloneke hilma germ ber bi asîmanan va hildikişin, cîhaneke din li benda we ye. Herêma me, ku di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê da ye, cîheke geştiyariyê ya hêja ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
