Jiyan

Kapadokya amade dibe ku di tetîla eydê da mazûvaniya turîstên xwecî bike

Behçet Alkan  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 19.03.2026
Kapadokya amade dibe ku di tetîla eydê da mazûvaniya turîstên xwecî bike Behçet Alkan

Nevsehir

NEVŞEHÎR (AA) - BEHÇET ALKAN - Tesîsên Kapadokyayê wê di tetîla Eyda Remezanê da mazûvaniya turîstên xwecî bike.

Mêvanên xwecî ji bo ku di tetîla eydê da beşdarî çalakiyên curbecur bibin û bêhna xwe vedin, li tesîsên turîstîk ên Nevşehir û derdora wê rezervasyonê dikin.

Li Kapadokyaya ku bi kevirên cinan, bajarên binerd, zinar û geliyên xwe va derdikeve pêş, sezona wê ya turîzmê wê bi tetîla eydê ra zûtirî dest pê bike û mêvanên xwecî biezimîne.

Kapadokya her sal mazûvaniya sed hezaran ziyaretvanî dike û di eydê da jî di nava destînasyonên ku herî zêde tên tercîhkirin da cih digire.

Dezgehên herêmê ji bo ku xwe bi rezevasyonan ra bigihînin, amadehiyên xwe didomînin û tê payîn ku xurtbûna turîzmê wê rûyê esnafan jî geş bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.