Kanyona Kapikayayê ya di nav tehtên asê da zivistanê jî hezkiriyên hilkişînê diezimîne
Kanyona Kapikayayê ya li Karaîsaliya navçeya Edeneyê, bi zêdetirî 100 rotayên xwe yên hilkişînê va hem werzişvanên profesyonel û hem jî amatorên ku dixwazin zorê bidin sînorên xwe, tîne cem hev
Adana
Kanyona Kapikayayê ya li Karaîsaliya navçeya Edeneyê, ji xeynî siruşthezên derdikevin meşa nav xwezayê, hezkiriyên hilkişînê jî diezimîne.
Kanyona ku 72 kîlometre dûrî navenda bajêr û 10 kîlometre jî dûrî navçeyê ye, zivistanê jî meraqdarên tekkîng, foto safarî û çiyageriyê diezimîne.
Kanyona ku di hundirê wê ra Ava Çakitê dikişe, bi guzergeha meşê ya ji 7 kîlometreyî dirêjtir e, derfeta derbaskirina wextê di nav xwezayê da dide mirov.
Kanyona Kapikayayê bi tehtên xwe yên asê û bilind û her wiha zêdetirî 100 rotayên xwe yên hilkişînê va hem werzişvanên profesyonel û hem jî amatorên ku dixwazin zorê bidin sînorên xwe, tîne cem hev.
Werzişvan piştî amadekariyê, bi tehtên asê va hildikişin û dema derdikevin zîrweyê jî derfeta dîtina kanyonê ya ji jor va bi dest dixin.
- "Em li vê derê rotayên newaze dibînin û şahidiya dîmenên muhteşem dikin"
Nûnerê Bajêr ê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê Burhan Şahîn ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî wekî amatorî dest bi hilpazbûna çiyê kir û 15 sal e jî wekî profesyonelî didomîne.
Şahîn diyar kir ku Kapikaya ji qadên girîng ên hilpazbûnê yek e û wiha dewam kir, "Em li vê derê rotayên newaze dibînin û şahidiya dîmenên muhteşem dikin."
Şahîn destnîşan kir, ji bo ku li Edeneyê şahiya çiyageriyê were lidarxistin, federasyon dixebite.
Alîkarê Serokê Kulûba Çiyagerî û Werzişên Siruştê ya Kîlîkyayê Alî Can jî diyar kir ku ew û 60 werzişvanên xwedîlîsans hilpaz bûn û wiha dewam kir, "Li Edeneyê ji bo meşa siruştê gelek parkûr hene. Ev parkûr bala werzişvanên derveyî bajêr dikişînin. Siruşthez dixwazin vê herêmê keşif bikin."
Gokhan Ocalê ku bi kanyonê va hilpaz bû jî diyar kir, wî piştî ku li ser înternetê vîdeo dîtin, eşqa wî ji çiyageriyê ra hat û wiha dewam kir, "Ji tepê temaşekirina dîmenan, kêf û zewqeke mezin dide meriv."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
