Jiyan

Kanala belgefîlman a navdar belgefîlma qada ku li gor baweriyê bermahiyên Keştiya Nûh lê hene dikişîne

Abdullah Söylemez  | 16.11.2021 - Rojanekırın : 17.11.2021
Kanala belgefîlman a navdar belgefîlma qada ku li gor baweriyê bermahiyên Keştiya Nûh lê hene dikişîne

Ağrı

History Channela kanala têlevîzyonê ya Amerîkayê ya navdar, li Bazîda navçeya Agiriyê belgefîlma qada ku li gor baweriyê bermahiyên Keştiya Nûh lê hene, dikişîne.

Serpelê Nexşeyê Îlhan Durupinar di sala 1959an da wexta ku li Fermandariya Giştî ya Nexşeyê seba çêkirina nexşeyên herêmê li ser wêneyên ji esman hatine kişandin xebitiye, li nêzî gundê Telçekerê yê nêzî Çiyayê Agiriyê qadeke ku li gor îdiayê bermahiyên Keştiya Nûh lê ne, keşif kir.

Li ser vê keşfê her sal bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî herêm ziyaret kir, herêm hê jî bala lêkolînerên biyanî û çêkerên belgefîlman dikişîne.

Komîsyona Fîlman a Tirkiyeyê ji bo ku bala sektora fîlman bikişîne herêmê xebat da destpêkirin.

- Kanala têlevîzyonê ya Amerîkayê li herêmê dîmenan dikişîne

Herêm heta niha li Tirkiyeyê jî bûye mija kanalên belgefîlman, vê carê jî History Channela kanala têlevîzyonê ya Amerîkayê ya navdar xebatan dimeşîne.

Derhêneriya belgefîlmê Saît Yardimci, derhêneriya dîmenan Abdurrahman Îtîk û Bulent Kaya jî kameramaniya belgefîlmê dike. Di belgefîlmê da lêkolînerê Amerîkayî Andrew Jones, turîzmkar Zafer Onay û Alîkarê Rektorê Zanîngeha Agri Îbrahîm Çeçenê Prof. Dr. Faruk Kaya li ser Keştiya Nûh diaxivin.

Serokê Komîsyona Fîlman a Tirkiyeyê Saît Yardimci ji nûçegihanê AAyê ra got ku Tirkiye xwediyê gelek nirxan e û ew dixwazin bi belgefîlmê piştgiriyê bidin turîzma welêt.

Yardimci daxuyand, bi Keştiya Nûh va Agirî zêdetir hat naskirin û wiha dewam kir, "Wexta ku ev proje kuta bibe, wê di danasîna Agiriyê da roleke girîng hilde ser xwe. Em hem xwedî li mîrata çandê derdikevin hem jî piştgiriyê didin turîzma welêt. Kişandina dîmenên belgefîlmê dest pê kir."

Yardimci daxuyand ku zanyarên biyanî jî li herêmê gelek lêkolîn kirin û dinya eleqeyê nîşanî qadê dide.

Yardimci daxuyand ku der heqê qadê da bi zanyaran ra roportaj tê kirin û wiha dewam kir:

"History Channel li dinyayê kanala belgefîlman a herî girîng e û ez wisa zen dikim ku ev belgefîlm wê li dinyayê ji milyarekî zêdetir were temaşekirin. Bi rastî jî wê bibe belgefîlmeke girîng."

Yardimci daxuyand ku kutakirina belgefîlmê wê dirêj bikişîne û wê di sezona havînê da têkeve vîzyonê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.