Kamera ewlehiyê dîmenê hirçên ku li Erzincanê ji rezên tiriyên zivistanê dixwarin kişand
Erzincan
Kamerayeke ewlehiyê dîmenê hirçên ku li rezên li Erzincanê tiriyên Cimînê yên zivistanê dixwarin, kişand.
Hirçên ku beriya zivistanê bikevin lanê, birçî bûn, bi şev daketin nav rezên li devera Karakavaka li Taxa Çaya navçeya Uzumluyê.
Dîtina hirçek û sê kudikên wê yên ku di derengiya şevê da daketin nav rezên tirî û her weha dîtina komek hirçan di demên cuda da li rezên tirî, niştecihên herêmê aciz kir.
Şêniyên herêmê ku cara pêşîn e rastî rewşeke wisa hatin, bi rêya dîmenên kamerayên ewlehiyê temaşe kirin ku hirç çawa dikevin nava rezên tirî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
