Kalo Kazim ê 101 salî yê ji Erdexanê 69 sal e ku karê mozvaniyê dike

Ardahan
GUNAY NUH - Mamosteyê teqawîdbûyî Kazim Arici yê 101 salî yê ku li Erdexanê dijî her çiqas temenê wî gelekî mezin be jî, 69 sal e karê mozvaniyê didomîne.
Kazim Ariciyê di sala 1924an da hatiye dinyayê xwediyê 6 zarok û 14 neviyan e ku di sala 1987an da ji Dibistana Kazim Karabekir wek midûr teqawîd bû.
Ariciyê ku li gundê Sugozeyê ya li ser navendê dijî di sala 1956an da weke hobî dest bi karê mozvaniyê kir, lê piştî ku teqawîd bû û vir va bi tevahî 69 sal e mozvaniyê didomîne.
Jina Arici 15 sal berê miriye, ew serê sibê radibe û bi mozên xwe ra eleqedar dibe.
Ariciyê ku debara xwe bi firotina hingiv va dike ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber vî karî ew hê li ser xwe ye û gihîştiye 101 salî û wiha axivî: "Kesên ku min nas dikin dizanin ku temenê min 101 sal e û ez hê jî mozvaniyê dikim. Ez heta ku bimirim ez ê mozvaniyê bikim. Ew tenduristiya min û dermanên min in. Ez bêyî wan nabim. Ez ê 10-15 kewarên din bistînim. Ez kingê bimirim, ev kar jî wê demê wê bi dawî bibe."
Ariciyê ji bo vî karî hin belge û sertîfîkayan hildaye û di demên xwe yên vala da pirtûkan dixwîne wiha dewam kir: "Kesê ku cara ewil mozvaniya fenî anî Erdexanê ez im. Kesê ku mozvaniyê hez dike, dikare vî karî bike. Ji ber ku ez jê hez dikim, qîmeta wê dizanim heta mirinê ezê bikim. Hema bila tenê dest û lingên min bigirin bes e."