Jiyan

Kalikê Ziya ji bo xatirê jina xwe girava di nav Gola Bendava Kebanê da ye bi darên çikand va xemiland

Sidar Can Eren  | 10.06.2021 - Rojanekırın : 15.06.2021
Kalikê Ziya ji bo xatirê jina xwe girava di nav Gola Bendava Kebanê da ye bi darên çikand va xemiland

Tunceli

 Kalikê 83 salî Ziya Abayê ji Tunceliyê ku bo xatirê xanima xwe ya 25 sal berê wefat kir girava di nav Gola Bendava Kebanê da bû bi darên fêkiyan şên kir.

Abayê ku li gundê Çakirbahçeya ser navçeya Pertekê ye hatibû dinyê li Elezîzê bi salan li cem apê xwe bazirganî kir û paşê bi malbatî koçî Eskîşehirê kir.

Aba li Eskîşehirê dikana antîkayê vekir, debara xwe bi dahata ji wê derê qezenc dikir va kir, zarokên xwe da xwendin û di sala 1995an da piştî ku xanima wî di qezaya trafîkê da can da vegeriya bajarê xwe Tunceliyê.

Abay bi kodê dema li ser Gola Bendava Kebanê digeriya rastî giravê hat û li wê derê ji xwe ra bi cî bû û ji bo xêr û xatirê xanima xwe darên fêkiya li giravê danî û her ku çû jimara darên diçikand zêde bû û gihîşt 4 hezarî.

Ji ber ku Abay ji şênahiyê hez dikir kedek mezin da û li giravê darên xox, hinar, mişmiş, arûng, gûz û gilyazan danî û wan av da.

Ew hin caran wextê xwe di holikeke li ser giravê ava kiriye da bi tena serê xwe derbas dike û şêniyên herêmê jî wî dişibînin lehengê romana Robinson Crusoe.

Ji ber vê taybetiya wî şêniyên herêmê jê ra dibêjin" Robinson Ziya" û wî wisa didin naskirin.

Ew serê sibehan zû ji mala xwe ya ku li navenda navçeyê ye derdikeve, li koda xwe siwar dibe, kilaman dibêje û ber bi giravê va diçe.

- Li ser ava hêşîn rêwîtiyeke têra dilê xwe dike

Abayê ku ji mala xwe heta ber perava golê bi qasî 3 kîlometre dimeşe li vê derê li koda xwe siwar dibe û ji ser ava hêşîn va berê xwe dide alî darên xwe yên li ser giravê çikandiye û dest b rêwîtiyê dike.

Ji ser golê piştî rêwîtiya bi qasî 10-15 deqîqe dewam dike digihîje giravê li wê derê di holika xwe da piçek behn dide û li bêdengiya guhdar dike.

Ew digel emrê xwe ji xebatê gelek hez dike û nahêle darên li girava 82 donimî daniye hişk bibin, ew bi elbik û bi rêbaza avdanê va darên çikandiye av dide.

Ji ber xweşiya li ser giravê çêbûye ji hundir û derveyê welêt milet jî tên serdana Abay û pê ra sohbet dikin.

- "Dema ez têm giravê kêfxweş dibim û bi ser xwe da têm"

Ziya Abay daxuyanî da nûçegihana AAyê û got ku ew li gundê Çakirbahçeya ser Perteka navçeya Tunceliyê ye hatiye dinyê, di 8 saliya xwe da çûye Elezîzê cem apanê xwe.

Abay diyar kir ku xanima wî di sala 1995an da di qezaya trafîkê da can da û ji wê rojê pê va vegerî û wiha domand: "Li giravê gelek cure dar hene. Li vê derê darên xox, hinar, mişmiş, arûng, gûz, gilyaz, hêjîr, wîşn û kîwî hene. Heke li vê derê malek hebûya ez qet nediçûm mala xwe ya li navenda navçeya Pertekê ye lewra dema ez ji vê derê diçim ciz dibim. Dema ez têm giravê jî behna min derdikeve. Ez li vê derê dixebitim û her dibînim bûye êvar. Min firingî û xiyar danne ez wan av didim, dendûreşikên min hene wan av didim li vê derê ji xwe ra kar dibînim û pê mijûl dibim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.