Kalderaya Nemrûdê bi golên xwe yên reng kesk û şîn bala geştiyaran dikişîne

Bitlis
Kalderaya Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê, bi golên xwe yên reng kesk û şîn, bi bedewiyên xwe yên siruştî, bala kamphez, siruşthez û fotografhezan dikişîne.
Kalderaya Nemrûdê di her demsalekê da bi golên şîn ku rengê xwe ji bandora volkanîk standine, yên kesk ku rengên xwe ji kevzê û mîneralan distîne, xwedî bedewiyeke cihê ye.
Kalderaya ku di nava wê da şikefta qeşayê, paceyên buxarê, cinsên curbicur ên çivîkan, hirçên boz, cureyên giyayên endemîk heye, her sal mazûvaniya gelek geştiyarên xwemalî û biyanî dike.
Kaldereya Nemrûdê ku di çarçoveya Projeya Destînasyonên Hilbijartî yên Ewropayî (EDEN) da "Xelata Bêhempayiyê" sitand, bi bedewiya xwe piştevaniya pêşveçûna herêmê dike.
Kalderaya ku xebatên lêzedekirina wê ji bo Tora Jeoparkê ya Kurewî ya UNESCOyê didomin, geştiyarên ku tên serdana wê ji stresa bajêr dûr dikevin û derfeta wê yekê bi dest dixin ku wêneyên golên kesk û şîn bigirin û di nava siruştê da demê derbas bikin.
- "Dîmenekî wê yê bêhempa heye"
Ozcan Bahşiyê ku bi malbata xwe ra hatin Kalderaya Nemrûdê ji nûçegihanê AAyê ra got ku hevalên wî yên Batman her timî behsa xweşbûna vêderê dikirin.
Bahşî anî ziman ku bi handana hevalên xwe cara yekê beriya 3 salan serdana Kalderaya Nemrûdê kir û got, "Ev der di bîra min da mabû. Min xwest careke din bêm. Gelekî xweş e. Vê carê min malbat jî anî. Em geriyan, me seyran kir û menzereya vê derê gelekî xweş e. Em ji aliyekî va Gola Wanê, ji aliyekî va jî golên di nava kalderayê da dibînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.